Hilbijartinên Iraqê: Rikeberiya aliyên Iraqî û armanca Kurdan

Hilbijartinên Iraqê: Rikeberiya aliyên Iraqî û armanca Kurdan

PeyamaKurd- Propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê beriya hilbijartinên 11ê Mijdarê germ dibe. Her fraksiyon û partiyeke siyasî xwedî stratejî û armanceke cuda ye. Hilbijartinên vê carê ji bo diyarkirina awayê hikûmeta dahatûya Iraqê, di nava Şîe, Sunî û Kurdan de rikberiyeke tund derxistiye holê.

Rikberiya Şîeyan li ser kursiyan zêde

Partî û hevpeymaniyên Şîe, yên ku piraniya wan di nav Çarçoveya Hevahengiyê de ne û nêzîkî 140 kursiyên wan hene, çavên xwe dane ser parêzgehên xwedî hejmara herî zêde ya kursiyan.

Rikberiya wan ya sereke li ser Bexdayê ye, ku xwedî 71 kursî û zêdetirî 4.4 milyon dengdêr e û xala yekalîker e ji bo diyarkirina serokwezîrê paşerojê.

Tevî ku gelek lîste hene, rikberiya herî berbiçav di navbera lîsteyên Nûrî Malikî (Hevpeymaniya Dewleta Yasayê) û Mihemed Şiya Sûdanî de (yên ku pişta xwe bi karê hikûmetê yê sê salên borî germ dikin) ye. Malikî balê dikişîne ser hişyariya li ser "plangêriya li dijî Iraqê", dema Sûdanî li parêzgehên wekî Selahedînê bi soza projeyên pêşketin û avedaniyê propaganda dike, û hewl dide ku destkeftiyên hikûmeta xwe, wekî lihevkirina bi Herêma Kurdistanê ya li ser petrolê, nîşan bide.

Piştî Bexdayê, parêzgehên sembolîk û qedîm ên wekî Besra, Necef û Kerbelayê, ku bi hev re nêzîkî ji sedî 35ê tevahiya dengdêran pêk tînin, ji bo Şîeyan wekî hedefên girîng dimînin.

Sunî di tirsa parçebûnê de ne

Partiyên Sunî di van hilbijartinan de di nav çar hevpeymanî û partiyên serekî de dabeş bûne: Teqedûm (Mihemed Helbûsî), Ezm (Musena Sameraî), Siyade (Xemîs Xencer) û Tefaweq (Îbrahîm Namis). Rikberiya wan zêdetir li parêzgehên Enbarê (15 kursî) û Nînowayê ye.

Di nav Suniyan de tirsa perçebûna dengan heye, ku dikare bibe sedema windakirina kursiyan û kêmkirina nûnertiya wan.

Li Enbarê rikeberiyeke dijwar heye

Rikberiyeke tund li Enbarê heye, ku tê de hev tawanbar dikin bi çêkirina astengiyan li pêş propagandeyên hevdu. Hevpeymaniya Ezm li dijî serdestiya Teqedûmê derdikeve û dibêje, "Vê carê li Enbarê yek partî dê hikum neke." Teqedûm jî xwe wekî hêza herî bihêz û hêjayî nûneriya Suniyan dibîne.

Rewya navçeyên Kurdistanî

Partiyên Herêma Kurdistanê, her çend di nava herêmê de binpêkirinên propagandeyê pir kêm in (tenê 45 binpêkirin di sê hefteyan de çêbûne), girîngiya sereke didin zêdekirina dengên xwe li deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê yên Kerkûk, Nînowa, Selahedîn û Diyaleyê.

Hêvî û armancên Kurdan

Partiyên Kurdistanê hewl didin ku rê li ber windakirina dengê xwe bigirin û nûneriya Kurdan li navçeyên Kurdistanê zêde bikin, ji bo ku bikaribin rola xwe ya siyasî di çarçoveya sê postên sereke yên Iraqê (Serokomarî ji bo Kurdan) de biparêzin û xurt bikin. Daxwaza vegera kesên ku piştî 2017an koçber bûne, ji bo vê armancê girîng e.

Rikeberî di navbera 3 pêkhateyên sereke de ye

Hilbijartinên vê carê bi rikberiyeke germ di navbera her sê pêkhateyên sereke yên Iraqê de têne meşandin.

Şîe li ser yekalîkirina serokwezîrî û xurtkirina hêza xwe li parêzgehên sereke ne. Sunî bi xema parçebûna dengên xwe û tawanbarkirina hevdu mijûl in.

Çavê Kurdan jî li deverên Kurdistanî yên nakokî li ser hene ye, ji bo ku rola xwe ya siyasî di hikûmeta nû ya Iraqê de mezintir bikin. Wê awayê hikûmeta bê di encama van rikberî û dabeşbûnan de were diyarkirin.

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.