Hewlêr ji bo Cejna Remezanê amadekariya pêşwazîya geştiyaran dike

PeyamaKurd - Qaymeqamê qeza navendî ya Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ragihand ku parêzgeha Hewlêrê, amadekariya hejmareke zêde ya geştiyaran dike ku berê xwe dane bajar û niha mijûlî amadekarî û rêxistina bazaran e.
Nebez Ebdulhemîd ji medya Kurdistanê re eşkere kir, “Xebat li kolan û nav bazarên Hewlêrê re têne kirin. Mînak li taxa Fermanberan û kolana Îskan guhertin tên kirin, vê gavê beşeke wan di ware bicihkirinê de ye, bi taybetî di ciwanî û rêxistina wan û di pêşerojê de cihên avahiya parêzgeha Hewlêrê dê bibe parkek û binê wê jî dê bibe cihê rawestandina otomobîlan.”
Ebdulhemîd got, “Avahiya nû ya ji bo parêzgeha Hewlêrê hatiye diyar kirin û heta niha jî ji ber krîza darayî nehatiye temamkirin û vê gavê ne diyar e ku dê kengê biçin nav avahiyê, em niha di 13ê meha Remezanê de ne û Hewlêr roj bi roj bi geştiyaran tijî dibe, ji ber wan planên ku bo Remezanê hatine dayîn û em li bendê ne ku di rojên nêzîkbûna cejna Remezanê de hejmareke mezin ji geştiyaran bêne Hewlêrê.”
Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.




