Banga Louis Sako: Divê Xirîstiyan bi rengekî çalak beşdarî serjimartinê bibin

Banga Louis Sako: Divê Xirîstiyan bi rengekî çalak beşdarî serjimartinê bibin

PeyamaKurd – Patrîkê Dêra Katolîk a Keldaniyan a li Iraq û cîhanê Louis Rafael Sako bang li Xirîstiyanan kir ku bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoya serjimartinê bibin û got, "Ev pêvajoya neteweyî gelekî girîng e."

Louis Rafael Sako di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya roja Yekşemê 17.11.2024ê de ragihand ku divê girîngiya proseya serjimêriya ku ev 27 sal in li Iraqê nehatiye kirin li ber çavan bê girtin û bang li Mesîhiyan kir ku bi awayekî aktîf beşdarî vê serjimariyê bibin.

Louis Sako got, "Ev pêvajoya neteweyî pir girîng e” û hêviya xwe anî ziman ku Xirîstiyan wê di tomarkirina agahdariya kesane de alîkariya tîmê bikin.

Patrîkê Dêra Katolîk a Keldanî li Iraq û cîhanê bal kişande ser girîngiya serjimêriya bi hezaran welatiyên Iraqê yên li derveyî welat û di nav wan de Xirîstiyan jî hene û bal kişand ser wê yekê ku ew li bendê ne ku proseya ku pêwîstiya welatiyan bi agahdariya rast dide, rast û zelal be.

 
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.