Çînê bersiv da bacên Amerîkayê: Ji sedî 34 zêde kir

Çînê bersiv da bacên Amerîkayê: Ji sedî 34 zêde kir

PeyamaKurd - Çînê bertek ji bacên nû yên Serokê Amerîkayê Donald Trump re nîşan da û ragihand ku ew ê jî ji sedî 34 baca gumrukê li ser hemû kelûpelên Amerîkayê ferz bike.

Wezareta Darayî ya Çînê diyar kir ku ev bac dê ji 10'ê Nîsanê ve dest pê bike. Wezareta Bazirganiyê ya Çînê herwiha 11 şirketên Amerîkî xist nav lîsteya "saziyên ne pêbawer", ku bi vî awayî bazirganiya wan bi şirketên Çînî re qedexe kir. Çînê herwiha kota li ser hinartina hinek elementên kêm ên xwezayî ji bo Amerîkayê danî.

Çînê herwiha gilîyê Amerîkayê li Rêxistina Bazirganiya Cîhanê (WTO) kir û diyar kir, ev bacên ku Trump ferz kirine "zordariyeke yekalî ye" û li dijî prensîbên navneteweyî ne.

Hêjayî gotinê ye, Trump berê jî ji sedî 20 bac li ser Çînê ferz kiribû û niha bi vê zêdekirina ji sedî 34, bacên gumrukê bi tevahî dibin ji sedî 54.

Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.