Berê Kurdistana Sûriyê bang li ENKS û PYDê kir: Helwesta xwe zelal bikin!

Berê Kurdistana Sûriyê bang li ENKS û PYDê kir: Helwesta xwe zelal bikin!

PeyamaKurd - Berê Kurdistana Sûriyê bi daxuyaniyekê, nerazîbûn nîşanî danîna rêveberekî îdarî ji bo Efrînê ji derveyî wê nîşan da ku ew yek li dijî nenavendîbûnê ye. Bereya Kurdistanê herwiha li ser sepandina van kiryaran bang li ENKS û PYDê jî kir ku helwesteke zelal nîşan bidin.

Parêzgariya Helebê berî du rojan kesekî kurd ê ji bajarê Qamişlo yê bi navê Mesûd Mihemed Salih Betal, weke Berpirsê Îdarî ji bo herêma Efrînê destnîşan kiribû. 

Berê Kurdistana Sûriyê îro 11ê Nîsanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Danîna rêveberekî îdarî ji bo herêma Efrînê ji derveyî wê, gaveke bêhincet e û bi prensîbên nenavendîbûn û beşdariya gel di rêveberiya karûbarên xwecihî de nagunce.”

Hate gotin, “Ev cure tayînkirin berdewamiya zîhniyeta navendî nîşan dide ku rejîma berê li pey wê diçû.” Herwiha tekezî li ser girîngiya wê yekê kir ku divê xelkê herêmê bi xwe berpirsiyariya rêveberiya karûbarên xwe bigirin ser milên xwe.

Berê Kurdistana Sûriyê got: “Nayê qebûlkirin ku herêmên me li Kurdistana Sûriyê bi awayekî navendî werin birêvebirin. Loma jî, divê berpirs bi rêya hilbijartinên demokratîk û azad be ku vîna gel nîşan bidin, werin hilbijartin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarikirin: “Bêdengiya hêzên Kurdî, bi taybetî ENKS) û PYDê li hember pirsên wiha, cihê nîgeraniyê ye û bêdengiya wan li hember vê cure tayînkirinê, pirsên mezin derbarê cidiyeta wan a pabendbûna bi prensîbên demokrasî û nenavendîbûnê derdixe holê.”

Berê Kurdistana Sûriyê destnîşan kir, “Îro ji hêzên Kurdî tê xwestin ku vê bêdengiyê bişkînin û li gorî daxwazên gelê Kurd li Sûriyê helwesteke zelal nîşan bidin.” 

Herwiha got: “Em tekezî li ser wê yekê dikin ku nûneratiya Kurdan li Sûriyê, ji encama hilbijartinên azad û demokratîk be, ne biryarên ku ji aliyê desthilata navendî ve bêne ferzkirin.”

Berê Kurdistana Sûriyê da zanîn: “Sûriyeya ku em dixwazin, dewleteke bi rastî demokratîk û federal e, ku tê de hilbijartinên azad û dadwerane di hemû waran de bên kirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Berdewamiya bi vî rengî, çi li Efrînê û çi li deverên din ên seranserî Sûriyeyê, hemû hêviyên avakirina sîstemeke siyasî ya rasteqîn ku daxwazên tevahiya gelê Sûriyeyê nîşan dide, têk dide.”

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.