Erebistana Saûdî li deverên geştiyariyê alkolê serbest dike

PeyamaKurd – 73 sale ku li Erebistana Saûdiyê vexwarina alkolê qedexeye. Niha welîehdê Erebistanê Prens Muhammed bin Selman di çarçova reformên vizyona sala 2030an de li deverên tûrîstîk (geştiyarî) alkolê serbest dike.
Serbestkirina alkolê ya qismî, ji bo aheng an tevgerên kureyî û xizmeta geştiyariyê ye. Erebistan heya niha tenê ciyê hecêye û dahata xwe ji petrolê bidest dixe. Dixwaze dahata xwe derxe derveyê van her dû cûreyên dahatan û aboriya xwe mezintir bike.
Li Erebistanê alkol ji sala 1950yan heya niha dewam dike û wê di sala 2026an de hinek şertên alkolê sist bike û di sehayên pêwistî pê hebe de, wê îznê bide alkolfiroşan.
Alkol wê bi rûxsatên taybet yên mekanên tûrîstîk bên firotin. Vexwarina alkolê wê bo maddeyên alkola wan %20î derbas nebe, wê di sehayên ku biyanî lê dijîn serbesbt be, yên wekî dîplomatan û wê di sehayên Neom û Sindalah yên destînasyonên geştiyarî de bê firotin.
Erebistan xwe amade dike da di sala 2026an de bibe malxwoyê Fûara Dinyayê û di sala 20234an de bibe mazûrvanê Kupa Dinyayê ya FIFAyê.
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.




