Guhertina kabîneyê li Polonyayê: Hejmara wezaretan kêm bû

Guhertina kabîneyê li Polonyayê: Hejmara wezaretan kêm bû

PeyamaKurd - Li Polonyayê, hikûmeta koalîsyonê ya bi serokatiya Donald Tusk guhertinek di kabîneyê de pêk anî. Du wezaretên nû, enerjî û aboriyê, hatine damezrandin, di heman demê de hejmara wezaretan ji 26an bo 21an hatiye kêmkirin.

Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk guhertinek di kabîneyê de di nav hikûmeta koalîsyonê de ragihand.

Li gorî weşana giştî ya Polonyayê TVP World, Serokwezîr Tusk li paytext Varşovayê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Tusk derbarê guhertinên di kabîneya hikûmetê de daxuyaniyek da û ragihand ku wan hejmara wezaretan ji 26an daxistine 21ê. Tusk got, "Armanca me ew e, em nîşan bidin ku ev hikûmet hîn jî dikare encaman bide."

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.