Li bajarê Meletiyê di navbera karkerên şantiyê de şer derket: 16 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Battalgaziyê li taxa Tandoğanê di navbera 50 karkerên şantiyê de şer derket û di encamê de 16 kes birîndar bûn. 50 karkerên di şantiye de bi kevir û daran şer kirin.
Li dora nava rojê di navbera du terefan de munaqeşe derket û sedema munaqeşê nehat zanîn.
Li ser agahdarkirina hêzên asayîşê polîs çûn ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxanên li bajêr.
Polîs, ew kesên ku pevçûn tesbît kir û wan xist binçav. Ji bo îfadên wan bistîne, polîs wan bir navenda baregeha polîs.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




