Herzog ji Biden re: 'Tu eşkere sîyonîst î birêz Serok'

Herzog ji Biden re: 'Tu eşkere sîyonîst î birêz Serok'

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Qesra Spî hatin cem hev. Herzog gotinên Biden ên “Ji bo ku hûn bibin sîyonîst ne hewce ye cihû bin” bersivand û wiha got: “Birêz Serok, eşkere ye ku hûn sîyonîst in.

Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li paytexta Amerîkayê Washington DCyê civiyan. Herzog piştî civîna li Qesra Spî axivî û spasiya Biden kir ji ber piştgiriya wî ya ji bo Îsraîlê û ev tişt gotin:

“Ez li ser navê gelê Îsraîl û dewleta Îsraîl spasiya we dikim birêz Serok, gelek spasiya we dikim. Hûn bi dehsalan hevalek bêhempa ya Îsraîl û gelê cihû bûn. Em ê di dîrokê de tu carî ji bîr nekin ku tu di saeta me ya herî tarî de çawa li cem me rawestiya, bi gotin û kirinên xwe piştgirî da me.”

Herzog li ser gotinên Biden ên “Ji bo ku hûn bibin sîyonîst ne hewce ye ku hûn cihû bin” jî wiha got: “Birêz Serokomar bi eşkereyî hûn sîyonîst in.” Herzog fîgurek diyarî Biden kir ku di dema kolandina arkeolojîk de li bintara Mescîda Eqsayê ku cihû jê re dibêjin "Çiyayê Perestgehê" hat dîtin.

Biden di axavtina xwe de diyar kir ku ew bi mazûvaniya herzog li Qesra Spî kêfxweş e û Herzog wek dostekî nêz bi nav kir. Biden pabendbûna xwe ya "bêgav" ji dewleta Îsraîlê re dubare kir.

 
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.