Îsraîlê êrîşa hewayî bir ser Sûriyê!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îsraîlê li bejahiya bajarê Humsê yê Sûriyeyê êrîşa hewayî pêk anî.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Sûriyeyê de hatin weşandin, Îsraîlê li bejahiya bajarê Humsê yê Sûriyeyê êrîşeke hewayî pêk anî.
Di nûçeyên di medyaya neteweyî de hat ragihandin ku Îsraîlê li El Quseyra ku li nêzî sînorê Sûriye û Lubnanê ye êrîşeke hewayî pêk anî.
Di nûçeya ku hat îdiakirin ku avahîya Hîzbullahê hatiye derbkirin de hat gotin ku sîstemên parastina hewayî yên Sûriyeyê bersiv dane êrîşê.
Derbarê ziyanên canî û madî yên di êrîşê de ti agahî nehatin dayîn, Îsraîl hê jî derbarê êrîşê de daxuyanî nedaye.