Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Fransayê re civiya
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransa li Iraqê Patrick Durel behsa pêngavên avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kirin.
Di daxuyaniya doh a Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat ragihandin, îro Çarşemê 13.11.2024, Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê Patrick Durel kir.
Di hevdîtinê de pêwendiyên Fransa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Balyozê Fransa ji bo serkeftin û encamên proseya hilbijartinan pîrozbahî li Herêma Kurdistanê kir.
Her du alî behsa mekanîzma pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kirin û tekez li ser pêkanîna hikûmeteke ku daxwazên xelkê û armancên geşepêdan û aramiyê pêkbîne, kirin.
Li halekî de ku Balyozê Fransa tekez li ser rijdbûna welatê xwe bo pêşkêşkirina alîkarî û piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê kir, Serokê Herêma Kurdistanê jî spasiya piştevaniya Fransa bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de ku behsa pêşhatên navçeyê hat kirin, her du alî tekez li ser dûrxistina Iraqê ji nakokiyên navçeyî kirin û tekez li ser bihêztirkirina hevkariyên hevbeş ji bo dabînkirina aramiya Iraqê kirin. Wan li ser giringiya hevkariya hevbeş ji bo rêgirtina li zêdebûna aloziyan û parastina aramiyê li Rojhilata Navîn li hev kirin.
Di hevdîtinê de ku Balyozê Giştî yê Fransa li Hewlêrê Yann Braem jî tê de amade bû, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin. Di civînê de gelek mijarên weke têkiliyên bi welatên cîran re, hilbijartina Serokatiya Parlamentoya Iraqê û hilbijartinên Amerîkayê hatin rojevê.