Îstîxbarata Almanya: Rûsya heya 2030an dikare êrîşê welatekî endamê NATOyê bike

Îstîxbarata Almanya: Rûsya heya 2030an dikare êrîşê welatekî endamê NATOyê bike

PeyamaKurd – Serokê Îstîxbarat Federal ya Almanya Bruno Kahl bi grûbekî rayedarên îstîxbaratê re, li hemberê êrîşên Rûsyayê hişyariyê da meclisa Federal ya Almanya. Bruno Kahl got ku heya sala 2030an Rûsya dikare êrîşê welatekî NATOyê bike.

Kahl, ragihandina xwe di roja Duşemê li Berlînê di komita kontrolê ya meclisa federal de kir û got:

“Hun jê hez bikin an nekin, em bi Rûsya re raste rast din av lihevketinekî de ne. Putin dijminê xwe ji zûde destnîşan kiriye û şerekî raste rast bi NATO re, bo Rûsyayê bûye bijarteyekî.”

Di civînê de serokê daîra parastina destûrê ya federal Thomas Haldenwang û serokê îstîxbarata dijberiyê ya leşkerî (MAD) Martina Rosenberg jî hebûn.

Her sê rayedar jî behsa talûka potansiyela Rûsyayê ya li ser dahatûya NATO û Almanya kirin, Haldenwang got ku xebatên Rûsyayê di mehên dawiyê de, gihaye asta banga hişyariyê bo herkesî. Her weha îstîxbaratên Rûsyayê tevgerên êrîşker dikin, ‘casûsiyê’ û ‘sabotajê’ ji aliyê şiddetê û pîvanê de zêde kirine.

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.