Kirgizîstan û Tacîkîstan piştî 23 salan pirsgirêka sînorê navbera xwe çareser kirin

PeyamaKurd – Serokkomarê Tacikistanê İmamali Rahman û serokkomarê Kirgizîstanê Sadyr Caparov di 13 ê Adarê de li bajarê Bişkekê li ser sînorê navbera her dû dewletan li hev kirin û peymanekî girêdan. Xelkê ku li ser sînore, ji sala 2021an heya niha sekinîne da sînor derbas bikin, îro karibûn sînor derbas bikin.
Heya îmzakirina peymanê, di navbera her dû dewletan de gelek cara şer û pevçûn derket û di encamê de hêj îro malbatên ser sînor karibûn bi tevahî endamên malbata xwe bibînin. Rahman, li ser îmzakirina peymanê got:
“Peymana sînor wê bibe bingeha pêşdebirina têkiliyên me yên navdewletî û bo têkiliyên navbera Tacîk-Kirgizanê jî, wê rûpelekî nûh ya sipî destpêbike.”
Serokkomarê Kirgizîstanê Sadyr Caparov jî di axaftina xwe de got:
“Îmzakirina peymana sînor ya navbera Kirgizîstan û Tacîkistanê de, wê bibe rojekî dîrokî ya bo me her dû welatan. Ev pêngav, ne tenê dewleta me lê wê destekê bide temamê herêma Asya Navîn bi taybetî ji aliyê ewlehî, îstîqrar û geşepêdana daîmî de.”
Pirsgirêka sînora navbera her dû dewletan ya sînorê 1000 km.yî ye û ji sala 2021an heya niha sînor bo çûn û hatinê girtiye. 23 sale ku ev pirsgirêk dewam dike. Her dû dewleta li ser araziyên mer’ayan, parvekirina çavkaniyên avê li hev nedikirin. Heya niha li ser van pirsgirêkan her dû teref bi sedan kesan ji hev kuştine.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.




