Li Myanmarê hejmara miriyan derket 3 hezar û 145an

Li Myanmarê hejmara miriyan derket 3 hezar û 145an

PeyamaKurd – Televîzyona Dewletê ya Myanmarê (MRTV) diyar kir ku di du erdhejên 28ê Adarê li welêt qewimîn de hejmara mirî û birîndaran zêde bû.

Di erdhejan de hejmara qurbaniyên erdhejan derket 3 hezar û 145an û hejmara birîndaran jî derket 4 hezar û 589an.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo zêdetirî 221 kesên ku hatine ragihandin wenda ne berdewam dikin.

4 welatiyên Çînê mirin û 13 kes jî birîndar bûn

Di daxuyanîya ku ji aliyê Balyozxaneya Çînê ya li Mynamarê ve hat dayîn de derbarê welatiyên Çînî yên ku ji erdhejê bandor bûne de agahîyên nû hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di erdhejê de 4 welatiyên Çînê mirin û 13 kes jî birîndar bûn û Balyozxane û Serkonsolosxaneya Çînê ya li Myanmarê jî ji bo xizmên kesên mirine û welatiyên din ên ku ji ber karesatê zirar dîtine alîkarî û piştgiriya pêwîst kirin.

Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.