Li peravên Mynamarê di deryayê de 427 koçber wenda bûn

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî (UN) beşa Komseriya Koçberan ya Bilind (UNCHR) ragihand ku di qezayên deryayê yên li peravên Mynamarê de 427 koçberên Arakanî wenda bûn e. Qezayên tekneyan, şertên xerab yên jiyanê û gera li jiyaneka bi serbilindî rewşa koçberan radixîne ber çav.
Li gor UNHCRyê; di vê mehê de 2 tekneyên ku ketibûn ser rêya deryayê, di wan de 415 koçber hebûn. Tekna yekem di 9ê Gulanê de û ya duyem di 10ê Gulanê de noqav bûn.
Di her dû tekneyan de koçberên ku li Bangladeşê li devera Cox's Bazarê dijiyan yanî di wan kampên qelebalix û birçî de, di tekne ya dinê de kesên ku ji Mynamarê ji devera Arakânê reviyabûn yên sîvîl bûn. Ji her 2 tekneyan tenê 87 kes rizgar bûn.
Bayên xwurt, baran, pêlên deryayê rêwîtiya koçberan hê jî talûke dike û koça wan ketiye dewra demsala Mûsonan. Rêvebirê UNHCR yê Asya-Pasifikê Hai Kyung Jun dibêje:
“Pêdiviyên ku her roj zêdetir dibin, dema bi kêmasiya hebûna çavkaniyan re dibe yek, ji bo bi hezarî mirovî tênê rêwîtiya mirinê dihêle. Çare namîne. Arakanî ewlehî û jiyaneka bi serbilindî dixwazin.”
Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.




