Putin wê li ser sînorê Ukraynayê herêmeke tampon ava bike

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku artêşa Rûsyayê wê li seranserê sînorê Ukraynayê herêmeke tampon ava bike.
Putin li paytext Moskowê bi rayedarên hikûmetê re civiya.
Putin diyar kir ku Ukrayna bi karanîna wesayîtên hewayî yên bêmirov (UAV) "êrîşên terorîstî" pêk tîne û got, "Dijmin bi gelemperî hedefên bê girîngiya leşkerî hildibijêre, wekî tesîsên sivîl, xanî, mirov. Geşedanên heyî tenê gotinên min piştrast dikin. Artêşa Ukraynayê bi UAVan êrîşî wesayîtên sivîl, di nav de ambulans û makîneyên çandiniyê dike."
Putin got ku herêmên Bryansk, Kursk û Belgorod bi taybetî ji êrîşan bandor bûne.
Putin bal kişand ser ku artêşa Rûsyayê ji bo misogerkirina ewlehiya li ser sînor dixebite û got, "Biryar hat dayîn ku li seranserê sînor herêmeke tampon a ewle û pêwîst were afirandin. Hêzên me yên çekdar niha vê erkê bi cih tînin."





