Rûsya: Wê danûstandinên gera sêyem a bi Ukraynayê re pir dijwar bin

PeyamaKurd- Berdevkê Koşka Kremlînê ya Rûsyayê Dmitriy Peskov li ser gera sêyem a hevdîtinên Stenbolê yên ligel Ukraynayê ragihand ku şanda Rûsyayê ji bo gera sêyemîn a danûstandinên bi Ukraynayê re ku îro li Stenbolê pêk tê, bi rê ketiye.
Peskov got ku hevdîtin dê pir dijwar be û destnîşan kir ku belgeyên pêşnûmeyê ku prensîbên bingehîn ên ji bo bidawîkirina şer diyar dikin, bi tevahî berevajî hev in.
Peskov herwiha got ku serokê şanda Rûsyayê Alîkarê Serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Medînsky e û di heyetê de ti guhertin çênebûne û diyar kir ku mijarên sereke yên di danûstandinan de werin nîqaşkirin, dê pêşnûme-belgeyên dualî bin.
Peskov anî ziman ku dê mijara danûstandina girtiyan û cenazeyan jî were gotûbêjkirin û tekezî li ser zehmetiya hevdîtinê kir.
Peskov di derbarê hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy de jî got ku ew tenê piştî lihevkirina li ser pêşnûme-belgeyan dikare pêk were.
Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.




