Şêwirmendê Erdogan ‘Xetên Sor’ ên Destûra nû eşkere kir: Li Tirkiyê tenê miletê Tirk heye!

Şêwirmendê Erdogan ‘Xetên Sor’ ên Destûra nû eşkere kir: Li Tirkiyê tenê miletê Tirk heye!

PeyamaKurd - Şewirmendê Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan, Mehmet Uçum “Xetên Sor” ên Tirkiyê eşkere kirin û destnîşan kir, “Li Tirkiyeyê tenê miletê Tirk heye.”

Mehmet Uçum, derbarê nîqaşên vê dawiyê yên li ser çêkirina destûreke nû ya Tirkiyê de, li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê bi navê “Xetên me yên sor” parvekirinek kir.

Şewirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum wiha got:

“Li Tirkiyeyê gel nînin, gelê Tirkiyeyê heye.

Li Tirkiyeyê civak nînin, civaka Tirkiyeyê heye.

Li Tirkiyeyê milet nînin, miletê Tirk heye.

Li Tirkiyeyê alayên din nînin, alaya Tirkiyeyê ya bi heyv û stêrk heye.

Welatîbûna bi navên din nînin, welatîbûna Tirkiyeyê ya ku naveroka wê welatîbûna Komarê ye heye. Li Tirkiyeyê wekî zimanê serdest û fermî tenê Tirkî heye.

Di nava sînorên me yên neteweyî de welatên cuda nînin, tenê Tirkiye (mîsak-i millî) heye.

Dewleta Komara Tirkiyeyê ya ku rêberê wê yê avaker Ataturk heye.

Her îtiraz û metirsiya li ser van heyînan, pirsgirêka bekayê ye û meseleya ewlehiya neteweyî ye.

Her kesên ku van heyîn û destkeftiyên demokratîk qebûl bikin û xwedî îradeya parastina bekayê bin, ji bo Destûreke nû ya ku layiqî Tirkiyeyê, divê li hev bicivin.

Ev erk berpirsyariyeke ji bo Komarê ye. Ev erk berpirsyariya parastina Demokrasiya Serwer e.

Ev berpirsyarî dikeve ser milê Eniya Navxwe. Di nava Eniya Navxwe de hemû hêzên welatparêz, neteweperest, neteweyî, milî, neteweperestê mihafezakar, rast û çep ên demokratîk hene. Armanca Eniya Navxwe, Tirkiyeya antî-emperyalîst, Tam Serbixwe û Bihêz e.

Tirkiye dê vê bi ser bixe.”

Hêjayî gotinê ye, aliyên siyasî yên Kurd dixwazin xalên destpêkê yên destûra Tirkiyê ku bi awayekî neguher hatine diyarkirin jî bêne guhertin û mafên gelê Kurd jî di nav destûra nû de cî bigirin.

Xalên destpêka Destûra Tirkiyê yên neguher wiha ne:

1) Dewleta Tirkiyeyê komar e.

2) Komara Tirkiyeyê, ji bo aramiya civakê, di nav hevkariya neteweyî û dadmendiyê de rêzê li mafê mirovan digire, girêdayî neteweperestiya Ataturk e ku xwe spartiya prensîbên bingehîn, dewletek e hiqûqê ya demokratîk, ilmanî û civakî.

3) Dewleta Tirkiyeyê, bi welat û miletê xwe yekparçe ye û parçe nabe. Zimanê wê Tirkî ye. Alaya wê, alaya sor e ku stêrk û heyva spî li ser in. Sirûda wê ya neteweyî “Sirûda Îstîklalê” ye. Paytexta wê Enqere ye.

4) Xala yekem a destûrê ku tê de şewazê dewletê wekî Komar hatiye nivîsandin, xala duyem ku pênaseya çawaniya Komarê ye û xala sêyem nayên guhertin û guhertina wan nayê pêşniyarkirin.

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.