Waltz: Plana Trump a Xezeyê fikrekî gelekî pratîk e

PeyamaKurd - Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Amerîka Waltz: "Plana Trump ji bo Xezeyê fikrekî gelekî pratîk e".
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Amerîka Mike Waltz di daxuyaniya xwe da ji bo Fox News got ku plana Donald Trump ya ku dixwaze bi darê zorê Filistîniyan ji Xezzeyê derbixe "fikreke gelek pratîk e".
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Amerîka Mike Waltz, li ser plana Trump ya derbarê "bi darê zorê derxistina Filistîniyan ji Xeze" daxuyanî da.
Waltz, di axaftina xwe de ji bûka Trump û pêşkêşkara Fox News Lara Trump re got, plana Trump ya derxistina Filistîniyan ji Xezeyê "fikrekî gelekî pratîk e” û wiha axivî: "Ew li rewşa xirabî û mirinên li Xezeyê dinêre. Wek kesekî avaker, ew dizane ku paqijkirina vê rewşê wê salan bikşîne. Ew pirseke gelek pratîk dipirse: Du milyon kes, wê di nav vê xirabiyê da çawa 10 salan bijîn?"
Waltz got: "Wek Serok Trump dibêje, gelo ti car ev pêşniyar ji wan re hat kirin? Û kî ye yê ku derfeta birina malbata xwe bo cihekî din û dîtina xaniyekî baş û cihekî ku tê de bijî, nagire?"
Hêjayî gotinê ye, aliyê Filistînî pêşniyara Trump red dikin û weke paqijiya etnîkî bi nav dikin. Welatên Ereb jî li dijî vê pêşniyarê derketin û pêşniyareke berevajî pêşkêş kirin ku dixwazin bêyî derxistina Filistîniyan, Xezeyê ji nû ve ava bikin.
Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.




