Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê careke din dest bi firînên xwe kir

PeyamaKurd – Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê geştên rasterast bo Kopenhagenê destpê kir, û îro, 28ê Hezîrana 2025an, geştên bo London, Almanya û Holandayê jî ji nû ve dest pê dikin.
Rêvebirê Balafirgehê, Ehmed Hoşyar ragihand: "Piştî rawestana geştên esmanî nêzî 20 rojan, niha gav bi gav rewş ber bi asayîbûnê ve diçe. Hêj lîsteya hejmara geştan ne diyar e, lê piştî temamkirina hemû tedbîran, dê geşt bi temamî asayî bibin."
Wî herwiha got: "Amadekariyên ji bo rêxistin û vegerandina geştên ku ji ber şer rawestiyabûn didomin. Qonax bi qonax, xetên esmanî yên Balafirgeha Hewlêrê dê vegerin rewşa xwe ya asayî."
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.





