Tom Barrack diçe Erbîlê û wê bi serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive

PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê Sûriyê û hem balyozê Ankara yê DYAyê Tom Barrack wê di rojên pêşiya me de here Erbîlê û wê bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive. Di mijarên hevdîtinê de Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hene. Barrack cara yekeme ku wê here Herêma Kurdistanê.
4 rayedarên DYAyê yên di asta bilind de ku nexwestine navên xwe bidin, ji bo malpera Al-Monitorê axifîne û gotine ku di rojevê de meseleyên lezgîn yên li Sûriyê û Iraqê hene. Hatiye plankirin ku Barrack di çarçova seredana xwe de wê bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive.
Çavkanî ragihandine ku di 9ê Hezîranê de bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re di rêya telefonê de, di dema axaftinê de ketiye rojeva wan û li ser hinek mijarên hesas bûne hemfikir ku rû bi rû biaxifin.
Di rojevê de heye ku Barrack bi serokê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Abdî re li Erbîlê hevdîtin bike. Di demên dawiyê de Mazlum Abdî hevdîtinên xwe li Erbîlê dike ji ber di meha Nîsanê de li Erbîlê bi wezîrê karên derve yê Fransayê bi Jean-Noel Barrot re hevdîtin kiribû.
Di rojeva wan de HSD û dahatûya Rojava heye ji ber ku HSD di seha Sûriyê û Rojava de hevkarê herî mezin yê DYAye. Di şerê li hemberê IŞİDê de hevkarê mezin yê Pentagonê HSDye.
Li gor çavkaniyên ku bi Al-Monitorê re axifîne, Mesrûr Barzanî di axaftinên xwe yên berê yên bi Barrack re Rojavayê Kurdistanê gelek parastiye û dê ev tewrê xwe dewam bike.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




