Li Ardaxanê TIR û Cîpekî li hev ketin: 2 mirî û 2 birîndar

Li Ardaxanê TIR û Cîpekî li hev ketin: 2 mirî û 2 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Ardaxanê li ser rêya navça Çildirê TIR û Cîpekî li hev ketin, di encamê de 2 kes mirin û 2 kes birîndar bûn. Qeza ber destê êvarê qewimî.

2 kesên mirine di nava Cîpê de bûn. Ajotvanê Cîpê û yê TIRê birîndar bûn û wan birin nexweşxana dewletê ya Ardaxanê. Rewşa ajotvanê cîpê baş nîne.Navê her 2 kesên mirî û birîndaran nehat ragihandin.

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.