Li Dîlokê di navbera pêleweran de pevçûn derket: 4 birîndar

Li Dîlokê di navbera pêleweran de pevçûn derket: 4 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê li navça Şehitkamilê li taxa Merveşehirê di navbera pêlewerên bazarê de pevçûn derket. Hat gotin ku berê jî di navbera her dû terefan de nexweşî hebûye. Di serî de her dû teref munaqeşe kirin û paşî şer kirin.

Di şer de her dû teref bi çek, kêr, dar û kulman li hev xistin. Di şer de 4 kes birîndar bûn. Dema polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê mudaxeleyê birîndaran kirin û paşî wan bi ambûlansan birin nexweşxaneyan.

Li ser bûyerê lêpirsîn têkirin bê sedema şer çiye.

Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.