Rojnamevan İrfan Değirmenci li Kadıköyê hat binçavkirin

PeyamaKurd – Rojnamevan İrfan Değirmenci dema li Îstenbolê li navça Kadıköyê li Parka Yoğurtçu diaxifî polîs ew xist binçav. Partiya Karkerên Tirkiyê (TİP) li ser binçavkirina rojnamevan Yoğurtçu daxwuyanî da. TİPê got:
“Li Kadıköyê li Parka Yoğurtçu, bi endamê Meclisa partiya me bi İrfan Değirmenci re me çalakiyekî li dar xist. Polîs bi awayekî nerewa dora me girt û binçavkirin dewam dike. Têkoşîna me ya wekheviyê û bo jiyaneka azad nayê astengkirin. Bila rêhevalên me yekser serbest berdin.”
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.




