Qeymeqamiya Beyoğlu temamê ahengên şevê ji bo 24 seetan qedexe kir

Qeymeqamiya Beyoğlu temamê ahengên şevê ji bo 24 seetan qedexe kir

PeyamaKurd – Qeymeqamiya navça Beyoğlu ya bajarê Îstenbolê ji ber di ser hesabê medya civakî de bang kirin ku wê li Beyoğlu çalakiyan bikin, biryarê da ku ji nîvê şevê bi şûn de seet ji 00.01an û pê de ji bo 24 seetan çalakiyan qedexe kiriye.

Bi biryarê re car din biryar hat dayîn ku Meydana Taksîmê, Gezi Park, Cadda Sıraselviler û Cadda Îstîklalê heya tunelê wê ji bo peyayan û erebeyan çûnûhatin qedexe be. Qeymeqamî got:

“Sehayên vekirî yên di bin desthilaya qeyemeqamiya me de, di 29.06.2025a de seet ji 00.01an heya 24 seetan civîn, meş, ragihandina çapemeniyê, belavkirina belavokan, rûniştin û temamê tevgerên weka wan hatiye qedexekirin.”

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.