Zarokê 6 salî bi demançê leyîst û can da

Zarokê 6 salî bi demançê leyîst û can da

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Çinarê zarokekî 6 salî yê bi navê M.E.Ş. di nav zeviyê de demançeyekî dît û dema pê leyîst giran birîndar bû û jiyana xwe ji dest da.

Bûyer, ber destê êvarê li gundê Meydanê qewimî. Zarok di nav zeviyê de bi hevalên xwe re dileyîze. Li gor agahiyan; demançê ji bo heywanên kûvî êrîşê gund dikin, demançê ji bo wan danîne nav zeviyê. Piştî zarok demançê dibîne bi demançê dileyîze û gule lê dikeve.

Dema cendirme û tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê, zarokê 6 salî derman dikin û ew dibin nexweşxana dewletê ya navça Bismilê. Piştî zarok li nexweşxanê can dide, cenazê wî dibin Tiba edlî ji bo otopsiyê.

Li ser bûyerê lêpirsîna hêzên asayîşê dewam dike.

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.