Li Kadıköyê di çalakiya bê îzin de 47 kesan xistin binçav

Li Kadıköyê di çalakiya bê îzin de 47 kesan xistin binçav

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li navça Kadıköyê li Parka Yoğurtçu, polîs mudaxeleyê çalakiya bê îzin kir û di encamê de 47 kesan xist binçav. Kesên xistin binçav wan birin baregeha asayîşê û li deverê tedbîrên tund sitendin. Parêzgerê Îstenbolê Davut Gül li ser bûyerê di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

“Di ser medya civakî de tê dîtin ku hinek grûbên marjinal dicivin û banga meşê dikin. Me îznê nedaye wan grûban ku hûzura civakê xerab bikin, bingeha malbatê û qiymetên exlaqî bikin armanc. Civîna ku exlaqê civakê tehdîd bike û meşê bikin, em ê îznê nedin wan û çi pêwist be dê bêkirin.”

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.