Li Bexdayê lîderên siyasî ketine pêşbirka hilbijartinê û sef zelal dibin

PeyamaKurd – Di 11.11.2025an de li Iraqê hilbijartinên parlementoyê dê bibin û partiyên Bexdayê bi hevre hevkariyê dikin. Sefên partiyan êdî zelal dibin.
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani, serokê koalîsyona qanûna dewletê Nuri el-Maliki, serokê Tevgera Bedir Hadi el-Amiri, serokê Partiya Teqeddum Muhammed el-Halbusi û serokê meclisa niha ya Iraqê Mahmud el-Meşhedani temamê wan ji Bexdayê dibin namzedê parlementeriyê. Ji ber Bexda jimara herî mezin ya parlementeran derdixe.
Rewşa niha heye nîşan dide ku wê Bexda bibe navenda pêşbirka namzedên parlementeriyê di pêşbirka hilibjartinê de. Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan ragihand ku piraniya namzedan ne ji Bexdayêne, ev nabe asteng ji bo namzediya wan. Tenê îqama wan li Bexdayê be bese. Hevkariya partiyan wehaye:
Hevkariya Îmar û Geşepêdanê: Serokwezîr Muhammed Şiya Sudani serpereştiyê dike û hevkariyeka berfirehe.
Serokê Haşdi Şabi Falih el-Feyyaz û serokwezîrê Iraqê yê berê İyad Allavi bi hinek din re hevkarin.
Koalîsyona Dewleta Qanûn: Serokwezîrê berê Nuri el-Maliki, partiya wî Dawayê dixe navenda hevkariyê û bi hinek ên din re dikeve hilbijartinan.
Kesên serbixwe dikevin hilbijartinê: Tevgera Bedir ya çekdar (Hadi el-Amiri). Tevgera Sadiqûn ya girêdayê Asaib Ehlil-Hak (Qays el-Xazali).
Serokê meclisê yê berê Muhammed el-Halbusi, bi serpereştiya Partiya Teqeddumê re 4 lîsteyên cuda destek dike û di nav Sunniyan de dixwaze bandora xwe zêde bike. Koalîsyonên Hasm, Azim û Siyade wê ji bo dengên Sunniyan bikevin pêşbirkê.
Hevkariya Alternatîf: Bi serpreştiya Ammar el-Hekim koalîsyona Hêzên Dewletê yên Netewî û bi serpereştiya Adnan ez-Zurfi tevgeran anîne cem hev û dê bikevin hilbijartinan.
Piştî Bexdayê Basra bi 25 parlementeran dikeve meclisê û li Basrayê parêzgerê niha Esad el-İdani ku serpreştiya Koalîsyona Tasnimê dike, dikare li Basrayê bibe xwediyê dengen zêde.
Jimara kursiyên parlementoya Iraqê 329 in ku 9 ji wan yên kêmneteweyane û sindoqên wan ji yên din cuda tên danîn. Li gor qanûna Iraqê; divê 83 parlementerên meclisê jin bin.
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.




