Li Cape Townê êrîşa çekdarî çêbû: 7 kuştî

PeyamaKurd – Li Afrîka Başûr li bajarê Cape Townê di erîşeka çekdarî de 7 kes hatin kuştin. Êrîşker nehatin zanîn û kesên hatin kuştin di metbexa malê de ketine kemîna êrîşkeran.
Polîs ragihand ku bûyer di wexta sibê de li bajarê Cape Townê li taxa bi navê Gugulethuyê ku taxekî bi qaçaxî tê de xanî hatine avakirin, çêbûye. Di daxwuyaniya polîs de hat gotin ku 7 kes mirine û weha dewam dike:
“Agahiyên niha nîşan didin ku kuştî di metbexê de bûne û ji aliyê êrîşkeran de ketine kemînê. 3 kesên li malê di xew de bûne, bê birîndarî rizgar bûne û sedema êrîşê nayê zanîn.”
Di lîsta welatên ku sûc tên kirin de, Afrîka Başûr di serê lîstê de ye û li gor rêjeyan di sala borî de 27 hezar kes bûne qurbanên kuştinan.
Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.




