Îran çûna serokê ajansa atomê ya Grossi ji bo Îranê qedexe kir

PeyamaKurd – Îranê çûna serokê Ajansa Atomê (UAEA) ya Rafael Mariano Grossi ya nav Îranê qedexe kir. Îranê sedem jî nîşan da ku Grossî êrîşên DYA û Îsraîlê yên bo ser Îranê destek dike.
Meclisa Îranê peymana hevkariya bi UAEAre bi qanûnekî bi piraniya dengan qebûl kir ku wê bi UAEA re êdî nexebite. Grossi got ku ew ji biryarê bi endişeye.
Îran dibêje ku serokê UAEA Rafael Mariano Grossi wê ji niha û pê de nekeve nav axa Îranê û hem wî bi rewakirina êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên ser Îranê tewanbar dike û hem dibêje ku Grossi li ser navê Îsraîlê casûsiyê dike.
Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.




