Ûkrayna li hedefên artêşa Rûsyayê xist

PeyamaKurd – Serwîsa Ewlehiya Ûkraynayê (SBU), li Kırımê bi dronan êrîş bir ser artêşa Rûsyayê û got ku wan 3 helîkopter û sîstemekî hewayî ya Pantsir S-1 îmha kiriye.
SBU, di ser hesabê xwe yê Telegramê de bi nivîskî mijarê ragihand û got ku bi İHAyan êrîşê Kırımê ser baregeha leşkerî ya bi navê "Kirovskoe" kirine.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku di encama êrîşê de sîstema bergiriya hewayî, depoyên muhîmmatan û depoyên ku İHAyan tê de dihewînin di wan de şewat û xesar çêbûne.
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.




