Artêşa Iraqê, li Kerkûkê dest danî ser xaniyê malbateke Kurd

PeyamaKurd – Leşkerên Iraqê li gundê Hesarê yê li bAkurê Kerkûkê, bi zorê dest danîn ser mala malbateke Kurd.
Hat ragihandin ku ev xanî piştî 2017an ji aliyê artêşa Iraqî û Heşdî Şebî ve hatiye bikaranîn û herî dawî leşkeran gef li malbatê xwarine ku xanî vala bikin.
Tê zanîn ku artêşa Iraqê ji 2017an ve li Kerkûkê dest danîne ser milkên Kurdan, wekî li taxa Newroz û Sergeran, ku ev yek ji aliyê Kurdan be rastî bertekan tê.
Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.





