Li bajarê Erzeromê di ocaxa kevir de hilweşandin çêbû û 3 karker mirin

Li bajarê Erzeromê di ocaxa kevir de hilweşandin çêbû û 3 karker mirin

PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li navça Olurê li gundê Tutluyê di ocaxa kevir de hilweşandin çêbû û di encamê de 3 karker jiyana xwe ji dest dan. Ji ocaxê kevirê oltuyê yê reş derdixistin.

Li ser bûyerê tîmên AFADê, tenduristiyê, cendirme û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê. Her weha parêzgerê Erzeromê bi hevalên xwe yên kar re çûn ciyê bûyerê. Li ser rûdanê parêzgehê weha got:

“Li bajarê me li navça Oltuyê li gundê Tutuluyê di ocaxa ku kevir jê derdixistin, di 28.06.2025an de seet di 11.20an de hilweşandin çêbûye. Xeber hat ku 3 karker di bin kavila ocaxê de mane û tîmên pêwendîdar me şand ciyê bûyerê.

Di encama xebata lêgerîn-rizgarkirinê de cesedê karkerekî hat dîtin û 2 karlker bi birîndarî ji bin axê derxistin, wan birin nexweşxana dewletê ya Oltuyê û her dû li nexweşxanê can dane. Di nav ocaxê de ti kes nemaye. Bila serê malbat û xwediyê karkeran sax be…”

Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.