Li Amedê Kamyon û otomobîl li hev ketin: 4 birîndar

PeyamaKurd – Li Amedê li navça Peyasê (Kayapınar) kamyon û otomobil li hev ketin û di encamê de 4 kes birîndar bûn. Qeza ber destê êvarê li taxa Talaytepe qewimî.
Tîmên tenduristiyê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Gazi Yaşargil bo dermankirinê. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.
Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.




