Li Kermanê hêzên Îstîxbaratê jina bi navê Behnaz Mahjûbî girtin û birin ciyekî nediyar

PeyamaKurd – Rayedarên asayîşa bajarê Kermanê keça bi navê Behnaz Mahjûbî girtin û wê birin ciyekî nediyar. Berê jî birayê wê yê bi navê Behnam Mahjûbî di zîndanê de miribû.
Hêzên asayîşê yên sîvîl diçin ciyê karê Behnaz Mahjûbî, ew ji ciyê kar digrin û dibin ciyekî nediyar. Diya wê Betul Huseyni di vîdeoyekî de ku ji aliyê grûba bergiriyê ya bi navê Dadban de hat weşandin, dibêje ku ew nizane keça wê birine ku derê, sedema birine çiye û ji bûyerê îstîxbarata Kermanê û daraza Kermanê berpirs digre.
Diya wê hem gotiye ku dilê keça wê nexweşe û eger zerarekî bigihê, wezareta îstîxbaratê, rêxistina îstîxbaratê IRGC û daraza Kermanê jê berpirse.
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.




