Tom Barrack dê bê serdana Mesrûr Barzanî

PeyamaKurd – Li gorî malpera Amerîkî Al-Monitorê Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê, Tom Barrack, rojên bê dê serdaneke girîng li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, pêk bîne.
Hat gotin ku Tom Barrack dê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civînekê li dar bixe.
Li gorî rapora Al-Monitorê, di civîna navbera Barrack û Barzanî de, rewşa Sûriyeyê, guherînên dawî û pirsa Kurdên li Rojavayê Kurdistanê dê werin gotûbêjkirin. Herwiha, dibe ku Barrack di çarçoveya serdana xwe de bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re jî hevdîtinekê bike.
Ev serdan dê bibe yekem serdana Tom Barrack bo Herêma Kurdistanê.
Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.





