Hêzên Îranê kolberekî Kurd kuştin û yekî birîndar kirin

Hêzên Îranê kolberekî Kurd kuştin û yekî birîndar kirin

PeyamaKurd – Hêzên asayîşa Îranê yên sînor li bajarê Baneh xortê Kurd yê kolber yê bi navê Şivan Abdullahzade nêzî sînor kuştin û kolberekî dinê ku tenê navê wî hat zanîn û navê Huseyîne birîndar kirin. Huseyîn jî ji xelkê Seqiz e.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku di 28ê Hezîrana 2025an de di wexta siba de ji Baneh ji gundê Havtaşê Şivan Abdullahzade (20) ji aliyê hêzên sînor yên Îranê de bi çekan kuştin, Huseyinê ku ji Seqizê ji gundê Keleşînê ye, di heman êrîşê de birîndar kirin.

Îranê her dû kolberên Kurd li Baneh li ser devera sînor li zozanê Awparê kirin hedefa xwe. Di heman bûyerê de 10 hespên barkirîbûn kuştin.

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.