Li Bedlîsê ereba wî li dîwar ket û bû sedema mirina 2 kesan û 2 birîndaran

Li Bedlîsê ereba wî li dîwar ket û bû sedema mirina 2 kesan û 2 birîndaran

PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê, li taxa Sarayê ber destê êvarê ajotvanê bi navê İ.E. desthilata ereba xwe wenda kir û ereba wî li dîwar ket.

Li ser bûyerê 2 jinên ku di erebê de bûn ji aliyê tîmên tenduristiyê de birin nexweşxanê lê her 2 jin jî li nexweşxanê can dan. Dermankirina ajotvan ê bi navê İ.E. û zarokekî birîndar li nexweşxanê dewam dike.

Navên kesên di qezayê de mirin û birîndar bûn nehat ragihandin.

Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.