Sine: Çekdarên rejîma Îranê xortekî Kurd qetil kir

Sine: Çekdarên rejîma Îranê xortekî Kurd qetil kir

PeyamaKurd – Azad Reinayî, welatiyê kurd ê xelkê bajarokê Dûşanê yê bi ser bajarê Sineya Rojhilatê Kurdistanê, êvara roja Pêncşemê, ji ber ku çekdarên Sipaha Pasdaran a Rejîma Komara Îslamî ya Îranê li xaleke kontrolê ya li ser rêya Sine-Merîwanê ew dîrekt kirin hedef, hat qetilkirin.

Li gorî rapora Saziya Mafên Mirov a Hengawê, Azad dema ku bi motorsîkletê diçû, ji hêla çekdarên rejîmê ve hate rawestandin û ew bû hedefa yekser a çekdaran û hat qetilkirin.

Hate tekezkirin ku heta niha, tu saziyên ewlehî û dadwerî yên rejîmê derbarê qetilkirina Azad Reinayî de daxuyaniyek belav nekirine û berpirsyariya vê kiryarê li xwe negirtine..

Nîştecihên Rojhilatê Kurdistanê diyar dikin ku piştî agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de ya 13ê Hezîranê, rejîma Îranê pêla tundûtûjiyê li dijî Kurdan zêde kiriye. Bi armanca tirsandinê û rêgirtina li xwepêşandanan, dest bi girtin û binçavkirinên girseyî, îşkencekirina girtiyan xurttir kiriye û her weha bêyî ku sûcek kiribin û bêyî hişyariyekê dîrekt nîşanê li mirovan digire û wan qetil dike.

Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.