Lubnan razî ye ku çekên Hizbulahê teslîm bike

Lubnan razî ye ku çekên Hizbulahê teslîm bike

PeyamaKurd – Lubnanê pêşniyarekê ji Amerîkayê re şandiye ku tê de Hizbullah çekên xwe radest dike, bi şertê ku Îsraîl ji axên başûrê Lubnanê vekişe.

Serokkomar Joseph Aoun ragihandiye ku Îsraîl bêyî tawîzên hevbeş, wek rawestandina êrîşan û vegerandina girtiyan, vê daxwazê pêk nayne.

Serokê Parlamentoyê Nebîh Berrî û Serokwezîr Newaf Selam civînek girîng li dar xistin. Ev hevdîtin piştî ku Aoun û Selam pêşnûmeyekê amade kirin pêk hat, ku tê payîn piştî lihevkirina bi Berrî re ji bo dengdanê bê pêşkêşkirin. Berrî têkiliyên xwe bi Hizbullahê re berdewam dike.

Çavkaniyan diyar kir ku artêşa Lubnanê planeke çalakiyê amade kiriye, gavên li hember Îsraîlê diyar kirine. Aoun bi Hizbullahê re nîqaş kiriye ku çekên giran radestî artêşê bên kirin, ku dê wan biparêze an tune bike. Çavkaniyê got, ev çek “piştî şerê dawî fonksiyon û kêrhatîbûna xwe winda kirine.”

 

Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.