Îran xwedî bernameyeke berfireh a nukleerî bû, lê beşek jê hat tunekirin

PeyamaKurd – Rêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiyê (IAEA) Rafael Grossi ragihand ku Îranê bernameyeke berfireh a çekên nukleerî hebû, lê beşek ji wê hatîye tinekirin.
Grossi di daxuyaniya xwe ya îro de got:
"Dibe ku hin ji ûranyûma dewlemendkirî ya Îranê hatibe tunekirin û hin jî hatibe veguheztin. Em niha nizanin ûranyûma dewlemendkirî ya Îranê li ku ye."
Grossi plana Îranê ya astengkirina vekolînên IAEAuê red kir û tekez kir ku divê vekolînên li ser santralên nukleerî yên Îranê berdewam bikin. Wî anî ziman ku li gorî peymanekê, Îran mecbûr e ku bi IAEA re hevkariyê bike.
Her weha Grossi destnîşan kir: "Îran di warê teknolojiya nukleerî de welatekî pêşketî ye. Ev yek nikare bibe pêvajoyek leşkerî, û pêwîst e em bigihîjin rêkeftinekê."
Wî her weha got ku dibe ku hin beşên bernameya çekên nukleerî ya Îranê hîn jî hebin.
Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.





