Îsraîl dixwaze peymanên Îbrahiman berfirehtir bike

Îsraîl dixwaze peymanên Îbrahiman berfirehtir bike

 

PeyamaKurd – Li gorî rojnameya Israel Hayom, tê payîn ku Wezîrê Karên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer roja Duşemê, 30ê Hezîranê, bigihîje Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Dermer dê bi tîma Serokê Amerîkayê Donald Trump re li ser berfirehkirina "Peymanên Îbrahîm" ji bo tevlêkirina Erebistana Siûdî, agirbesta li Şerîda Xezeyê, û rewşa piştî êrîşên 12-rojî yên li ser Îranê nîqaş bike.
 
Herwiha, serdana plankirî ya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû bo DYA di nîvê Tîrmehê de jî dê were gotûbêjkirin.
 
Medyaya Îsraîlê ragihand ku Netenyahû û Trump li ser "agirbestek li Xezeyê di nav du hefteyan de, berfirehkirina Peymanên Îbrahîm ji bo normalîzekirina têkiliyan bi welatên herêmê re, di nav de Sûriye û Erebistana Siûdî, û çareseriyeke du-dewletî li ser bingeha serweriya sînorkirî ya Îsraîlê li Şerîaya Rojava" li hev kirine.
 
Peymanên Îbrahîm di rojeva Îsraîlê de
Nûnerê Taybet ê Trump, Steve Witkoff, diyar kir ku ew ê di demeke nêzîk de daxuyaniyeke girîng derbarê welatên beşdar yên di Peymanên Îbrahîm de bidin.
 
Li Tel Avîvê, wêneyekî Trump, Netenyahû û Prensê Tacî yê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman, ligel serokên welatên herêmî, li ser panoyeke elektronîkî bi dirûşma "Şanseke Nû ji bo Rojhilata Navîn a Nû" hate nîşandan.
Netenyahû îdia kir ku bidawîbûna êrîşên li ser Îranê "derfetek ji bo berfirehkirina girîng a peymanên normalîzekirinê" pêşkêş dike.
 
Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.