Li Kolombiyayê hezaz çêbû: 22 kesan can da

PeyamaKurd – Piştî baranên gurr li herêmên Bello û Altos de Oriente yên Kolombiyayê, hezazek çêbû heta niha cendekê 22 kesan hat dîtin, 8 kes hîn winda ne.
Hat ragihandin ku tîmên rizgarkirinê yên ji 391 kesan pêk tên bi lez dixebitin da ku kesên di bin axê de asê mane derxînin. Rayedaran diyar kir ku gelek xanî li ser erdên şemitok ên xeternak hatine çêkirin, ku ev yek wan dixe rewşeke metirsîdar.
Ji Adara 2025an ve baranên girt li Kolombiyayê bûne sedema ziyanên mezin ên can û malan. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi tundî berdewam in.
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.





