Rojnamevanekî Kurd li Şamê hat girtin

Rojnamevanekî Kurd li Şamê hat girtin

PeyamaKurd – Li gorî ku Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand rojnamevanê Kurd Husên Zaza li Şamê, paytexta Sûriyeyê, ji aliyê hêzên Ajansa Ewlekariya Giştî ve li mala xwe hat girtin û ew ber bi cihekî nediyar birin. Heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Hat ragihandin ku Husên Zaza endamê Encûmena Giştî ya Yekîtiya Medyaya Azad li bakurê Rojavayê Kurdistanê û nûnerê Yekîtiya Navneteweyî ya Rojnamevanên Ereb li Sûriyê ye. Yekîtiya Medyaya Azad daxwaz kir ku Zaza tavilê were berdan û çarenûsa wî were zelalkirin, herwiha diyar kir ku berpirsyariya parastina jiyana wî dikeve ser milê hêzên ewlehiyê yên Sûriyê.

 

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.