Cemîl Bayik: “Tirkiye mecbur e ku pirsgirêka Kurd çareser bike”

Cemîl Bayik: “Tirkiye mecbur e ku pirsgirêka Kurd çareser bike”

PeyamaKurd – Yek ji damezrînerên PKKyê Cemîl Bayik got, “Amerîka, Îngilîstan, Îsraîl; li Rojhilata Navîn projeya bi navê ‘Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP)’ dimeşînin. Şerê li Rojhilata Navîn roj bi roj mezin dibe. Guherîn li Rojhilata Navîn çêdibin û Rojhilata Navîn êdî nabe wek berê.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKyê Cemîl Bayik, di hevpeyvîna bi Kurdî ya televîzyoneke nêzî partiye de, têkildarî rojevê daxuyanî da.

Nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê

Bayik nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê ya nû nirxandin ku li Tirkiyeyê di rojevê de ye û wiha got:

“Niha kes nikare bûyerên dawî bi nav bike. Çima? Ji ber ku axaftin tiştek e, pratîk tiştekî din e. Ger axaftin û pratîk hevdu temam nekin, kes nikare nav li tiştên diqewime bike. Her kes dikare bi axaftinê were xapandin, lê di pratîkê de hûn çiqasî bixapînin jî hûn nikarin bi ser bikevin. Hûn nikarin rastiyê veşêrin, teqez wê derkeve holê.”

Her kes vê yekê dibîne: Axaftinên Erdogan û Bahçelî ji hev cuda ne, pêkanîn pir cuda ne, tam berovajî hev in. Ev rewş bi her kesî re dibe sebeba nakokiyê.”

“Rojhilata Navîn wê carek din nebe wek berê”

Bayik, anî ziman ku armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina PKKyê, meşandina polîtîkaya “Osmaniya nû” û xurtkirina hegemonyaya xwe ya li Rojhilata Navîn e.

“Tirkiye li ser siyaseta emperyal ava bû. Ji ber vê yekê hêzên xwe şandin Libyayê, xwestin li Deryaya Spî, Kafkasya, Sûriye û Iraqê hin encaman bi dest bixin. Di vê wateyê de gelek gav avêtine. Ji bo van armancan bi qasî ku diviyabû Tirkiye xerc kirin. Lê çi qasî ked dan jî nekarîn encamên ku dixwestin bi dest bixin. Vê yekê li Tirkiyê krîzeke kûr çêkir.

Ev polîtîka dibe sedema krîza siyasî, aborî, civakî û çandî ya li Tirkiyeyê pêş dikeve. Ji ber ku hesab dikirin ku wê bi vê siyasetê bigihêjin armancên xwe yên emperyal. Loma jî hemû derfetên xwe xerc kirin. Dema ku nekarîn bigihîjin armancên xwe, ev krîz derketin holê û Tirkiye xistin nava tengasiyeke mezin. Her wiha li Rojhilata Navîn projeyeke bi navê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) tê meşandin.

Kî vê dimeşîne diyar e; ji aliyê Amerîka, Îngilîstan û Îsraîlê ve tê meşandin. Şerê li Rojhilata Navîn roj bi roj mezin dibe. Li Rojhilata Navîn guherîn çêdibin û êdî Rojhilata Navîn wê ne wek berê be.”

“Tirkiye mecbûr e ku pirsgirêka kurd çareser bike”

Bayik, anî ziman ku divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin û got, “Eger Tirkiye bixwaze careke din di siyaseta Rojhilata Navîn de cih bigire, divê pirsgirêka kurd bi rêyên siyasî û demokratîk çareser bike. Tenê wê demê wê li Rojhilata Navîn bikare bi rola xwe rabe. Lê dema em lê dinêrin, em dibînin ku niyeta wan nîne ku pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî û demokratîk çareser bikin.”

Bayik di bersiva pirsa çareseriya pirsgirêka Kurd de jî got, “Rêber Apo jî diyar kir, gelê Kurd jî diyar kir. Ger bixwazin pirsgirêkê çareser bikin divê dest bi rakirina tecrîda mitleq a li ser Ocalan bikin. Divê dawî li pergala Îmraliyê bînin. Divê şert û mercên tenduristî, ewlehî û jiyana azad a Ocalan qebûl bikin. Dema ku van qebûl bikin, wê demê ew dikare bi rola xwe rabe. Eger ev şert pêk bên û ji bo Rêber Apo bi rola xwe rabe gav bên avêtin, pirsgirêk dê çareser bibe û hem em hem jî gelê xwe em wan qebûl bikin.”

 

Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.