DAIŞê bi roketan êrîşî HSDyê kir

PeyamaKurd – Çekdarên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê bi çekên giran êrîşî endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin.
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyeyê da zanîn, çekdarên DAIŞê êrîşeke dijwar bi kelaşînkov û rokêtan li gundê Ebû Hemam yê rojhilatê Dêra Zorê birin ser endamên HSDyê.
Li gorî rêxistinê ziyan tenê madî bûn bêyî ku ziyanên canî çêbibin.
Li gorî SOHRê, DAIŞê ji destpêka îsal ve 54 êrîş li herêmên Hêzên Sûriya Demokratîk pêk anîne û ji wan 44 li parêzgeha Dêra Zorê ne û di encamê de 18 kes hatine kuştin.
Di heman demê de Hevpeymaniya Navdewletî çek û cebilxaneyan dişîne Rojavayê Kurdistanê, herî dawî duh 32 barhilgirên çekan şandibûn baregeha Xerab Cîrê.
Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.




