Droneke bombebarkirî li Hewlêrê ket

PeyamaKurd – Li gorî agahiyan, doh bi şev li nêzî gundê Jejnekan ê navçeya Behirke ya navenda Hewlêrê, droneke bêmirov a bombebarkirî ket.
Li gorî daxuyaniyek ji Ajansa Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê, doh di derdora saet 1:27an de li nêzî gundê Jejnekan ê navçeya Behirke ya navenda Hewlêrê droneke bombebarkirî ket.
Herêma ku dron lê ket vala bû û tu qurbanî an zerar nehat ragihandin.
Doh qada petrolê ya li Baadre ya navçeya Şêxan a Duhokê û herwiha qadên petrolê yên li herêmên Tawke û Pêşxabûr ên Zaxoyê bi dronên bombebarkirî hatin êrîşkirin.
Ji 14ê Tîrmehê vir ve, 19 êrîşên dron li Hewler, Silêmanî, Kerkûk û Duhokê hatine kirin. Her çend heta niha kesî berpirsiyariya êrîşan negirtiye ser xwe jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî bang li hikûmeta federal a Iraqê kirin ku tedbîrên pêwîst li dijî êrîşan bigire. Hikûmeta Bexdayê heta niha derbarê êrîşan de tu daxuyanî nedaye.





