Forûma Dîplomasiyê ya Antalyayê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dest pê kir

PeyamaKurd – Forûma Dîplomasiyê ya Antalyayê îro dest pê kir. Di forûmê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara û gelek serokên dewlet û hikûmetan beşdar dibin.
Forûma Dîplomasiyê ya Antalyayê ku wê bi beşdariya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan were lidarxistin îro dest pê kir.
Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara jî dê beşdarî lûtkeyê bibe û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan û gelek serkirdeyên cîhanê beşdar dibin.
Forûma ku Erdogan jî beşdar bû li Herêma Tûrîzmê ya Belekê li Navenda Kongre û Fûarê ya NESTê tê lidarxistin. Mijara sereke ya Foruma îsal “Di cîhaneke perçebûyî de hembêzkirina dîplomasiyê” ye. Ewlehiya Antalyayê di asteke bilind de ye. Di vê çarçoveyê de li derdora balafirgeh, Navenda Tûrîzmê ya Belek û Navenda Kongre û Fûarê ya NESTê ku dê forum lê bê lidarxistin, tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.
Zêdetirî 20 serokên dewlet û hikûmetan, zêdetirî 70 wezîr, di nav wan de zêdetirî 50 wezîrên derve, nêzîkê 60 nûnerên rêxistinên navdewletî yên bilind û her weha zêdetirî 4 hezar kes tevî xwendekaran, beşdar dibin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî lûtkeyê dibe. Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara jî dê beşdarî lûtkeya Antalyayê bibe.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk di daxuyaniya xwe ya ku çend roj berê dabû de gotibû,
"Serokê Sûriyeyê Şara wê roja Înê were Tirkiyeyê. Di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê da wê were Tirkiyeyê."
Şara meha sibata borî jî çûbû Tirkiyê.
Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.




