Heyeta Danûstandinan a PDKyê ji bo hevdîtinan dê biçe Silêmaniyê
PeyamaKurd – Heyeta danûstandinan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dê bi fermî dest bi danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bike û ligel hemû aliyên siyasî bicive.
Endamê desteya danûstandinan a PDKê Dilşad Şehab di daxuyaniyekê de ragihand, heyet îro dê serdana Silêmaniyê bike û bi aliyên siyasî re derbarê pêkanîna kabîneya 10emîn de gotûbêjan bike.
Dilşad Şehab da xuyakirin ku wan bi hemû aliyên siyasî re têkilî daniye û wê bi her kesî re jî bicivin, heta bi kesên ku xwe weke mixalefet nîşan didin jî.
Dilşad Şehab ragihand, her çend îro nikarin bi her kesî re hevdîtinê bikin jî, dê sibê û di rojên pêş de hevdîtinên xwe berdewam bikin.
Şehab li ser pirsa “Gelo di çarçoveya hevdîtinên îro de yên li Silêmaniyê dê bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) re bicivin yan na,” wiha got:
“Me xwest li gorî rêza kursiyan û encamên hilbijartinê bi partiyên siyasî re hevdîtinê bikin. Di destpêkê de me xwest li gel Polîtburoya YNKyê bicivin, lê belê îro em nikarin bicivin ji ber ku hemû endamên Mekteba Siyasî ya wê partiyê ne amade ne. Em bê guman di nav têkiliyê de ne û dê di rojên pêş de hevdîtinekê pêk bînin. Hemû aliyên siyasî daxwaza xwe ya hevdîtina bi me re aniye ziman û berpirsyariya me hemûyan heye.”
Dilşad Şehab anî ziman ku deriyê PDKyê ji hemû aliyên siyasî re vekirî ye û got, em dixwazin hikûmeteke berfireh ava bikin.
Dilşad Şehab amaje bi wê yekê jî kir ku yek ji prensîbên pêkanîna kabîneya 10em rêzgirtina ji serkeftinên hilbijartinan e û ji ber ku serketiya hilbijartinan PDK ye, divê di danûstandinan de rêz li dengên welatiyan bê girtin.
Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.