Ji bo îxracata petrola Kurdistanê destpêbike, parlementoya Iraqê civîn kir
PeyamaKurd – Parlementoya Iraqê li ser îxracata petrola Kurdistanê civiya û metnê ku ji hukumeta federal hat daxwazkirin, hat xwendin. 20 mehe ku îxracata petrola Kurdistanê ji aliyê dadgeha bilind ya Iraqê de hatiye rawestandin.
Divê nirxê petrola herêma Kurdistanê bê bilindkirin. Eger qanûna petrolê bê qebûlkirin wê îxracata petrola Kurdistanê ji nûh de destpêbike.
Piştî cara duyem daxwazname di parlementoyê de bê xwendin wê dest bi dengdanê bikin.
Di Hezîrana sala 2023an de maliyeta petrola Kurdistanê 6,9 dolar hatibû qebûlkirin lê ya aliyê Ereba ev miqdar li dora 26 dolara ye. Niha dixwazin ya Kurdistanê derxin 16 dolaran. Şîrketên ku xizmeta petrola Kurdistanê dikin, miqdarê maliyeta petrolê kêm dibînin û dixwazin zêdetir bibe.
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.